Gelek ji me astengiyan dikêşin di bîranîna tiştan de, hin hene di rewşinan de cihê kilît an jî cihê mobalylê xwe ji bîr dikin.
Ger tu yek ji wan kesan bî, metirse, 7 rêyên xweş hene ku tu wan bişopînî, dê her timî tiştên te li bîra te bin, li gorî Malpera Gîr 2 ku guh dide babetên tenduristî:
1_Rûniştina di rewşeke arst de.
Rûniştina di rewşeke rast de li gel hildana çenê, dihêle ku Oksîcên bigihêje mejî bi rêjeya 40% û herikîna xwînê radiwestîne, ev yek alîkar e di bîranîna tiştan de.
2_Bikaranîna rengên balkêş.
Lêkolîner gihan wê encamê ku bikaranîna rengên balkêş û xêzên cihê ji bo jiberkirina waneyên xwendindê, dihêle ku bîrdanka mirovan xurt bibe.
3_Şopandina dîmenên pêkenokî.
Wekî ku lêkolîneran vedît, li gorî tecrubeyeke ku li ser kalmêran hat çêkirin, di pişt temaşekirina 30 xulekan li dîmenên pêkenokî, hînbûn û bîranana wan kalemêran xurtir bû.Lêkolîneran got ku pêkenokî û henek, hermonên tirs û dilgirnaî li rex mirovan kêm dikin.
4_Bi berdewamî meş.
Her çi qas mirov mezin dibe, navenda bîrdankê di mejî de biçûk dibe, lê lêkolînan tekez kir ku meşa berdewam bîrdanka kalemêran çêtir dike.
5_Hildana baran.
Li gorî lêkolîneke nûjen, werzîşa hildana baran, bîrdankê bi rêjeya 10% xurt dike.
6_Cûtina benîşt.
Cûtina benîşt dihêle ku rêjeya herikîna xwînê ji bo mejî xurtir bibe, ev dihêle ku bîrdank ji 15 ta 20 xulekan xurt bibe.
7_Qeydkirina têbîniyan.
Qeydkirina têbîniyan bi nivîs û pelê, alîkar e ji bo bîranînê