Nûnerê Partîya Dîmuqrata Kurdistanî li Iraqê,Xweşewî Babekir li Rûsyayê got ku Herema Kurdistanê çavrêya Neteweyên Yegkirtî ye, der barê gelpirsiya serxwebûna herema Kurdistanê ji Iraqê.
Babekir ji ajansa Nofostî re got ku karbidestên Kurdistanê dixwazin gotara xwe bigihînin Neteweyên Yekgirtî , da ku çavdêran ji bo heremê rêkin, ku çavdêriya gelpirsiyê bikin, da bi awayekî rewa were encamdan.
Babekir tekez kir ku negihana rêkeftinekê li gel Neteweyên Yekgirtî ji bo rêkirina çavdêran, dê sazûmana gelpirsiyê dereng bihêle.