Serokê Sûryê Beşar Elesed, duh Pêncşemê got ku Danûsitandinên Cinêvê”Bi Tenê Hevdîtineke Medyayê ye”, lê dît ku hevdîtinên Asîtanayê ku Rusya yek ji sponserên wê ye, hevdîtinine biencam in.
Di hevdîtenkê de li gel kenala” O In Tî” ya Bîlarûsî ku Ajansa Sana ya Sûrî dabû belavkirin, Esed got ku “Danûstandinên Cinêvê ta vê gavê hevdîtinên medyayî ne, hemî rûniştinên çûyî çi encam jê nebûn, ne 0,1 ji melyonî”