Bi vexwendinekê ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran li Kantona Cizîrê, duh Çarşemê û bi amadebûna birek ji rewşenbîrên Kurd û nûnerên partî û rêxistinên siyasî, semînereke hevpeyvînî li ser paşeroja Kurdan li Rojhilata Navîn, li navenda Newroz a Vejandina Civaka Sivîl li Amûdê hat lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran li Kantona Cizîrê-Şaxê Amûdê, Kurdyar Dirê’î got” Armanc ji vê semînerê ew e ku gelê Kurd di asteke bilintir de di vê qonaxê de birame, ji ber ew dikare destkeftiyên mezin bi dest bixe, ji ber ew miletekî bîrewer e, lê tevgera siyasî nezan e, û gelê Kurd li pêş ketine di tevgera siyasî de”