Li gorî lêkolînekê ku li ser nîşanên destpêka jiyana zarokan ku li Ferensayê pêk hatibû , û li gorî serkarên lîkolînê, xuya kir ku zarokên nûçêbûyî hîn di temenê xwe yê dereng de xewnan dibînin, lê bêyî ku demên xewnan û ne jî naveroka wan bizanin.
Bi tevgera zarok, rewşa wî, guhertinên ku pê re çê dibin, girtina xwêdanê û carinan veceniqîna ji xewê, tê wateya ku zarokê xewnek dîtiye, lê zor e ku mirov jê pipirse ka wî çi xewn dîtiye?
Di lêkolîneke din de hat xuyakirin ku qonaxa xewa kûr li rex zarokan, gelekî dirêjtir e ji ya mezinan, ji vê yekê hat xuyakirin ku rêjeya xewnan li rex zarokan 50% ye, berevajî wê li rex mezinan 25% derbas nake.
Ji kesên beşdar di lêkolîna ku zanîngeha Montiryal çêkiribû, derûnas Torî Nêlsin got ku dîtina xewnû şevpestên nebaş li rex zaroka 2 salî û pê ve, dê were pêşbînkirin di navbera temenê 5-17 salan de, ew jî bi vedîtina dilgiranî û tenahî li rexê.