Hikûmeta Efxanî û Artêşa Emerîkî, her duyan ragihand ku Rêberê Da’işê li Efaxnistanê Ebdulhesîb, hat kuştin.
Di daxuyaniyekê de ku ji Dîwana Serokê Efxanî Eşref Ebdulxenî derket, tê de hat ku Ebdulhesîb sala çûyî wekî rêberê Da’işê li Efxanistanê hat destnîşankirin, her wiha daxuyaniyê da zanîn ku Ebdulhesîb di operasyoneke ewlehî ya hêzên Taybet ên Efxanî de hat kuştin, ew jî li Eyaleta Nengar Har li rojihlatê Efxanistanê.
Ji aliyê xwe ve, Artêşa Emerîkî jî bi daxuyaniyekê kuştina Ebdulhesîb ragihand, û got ku di operasyoneke hevbeş di navbera Hêzên Emerîkî û Efxanî de, Ebdulhesîb tevlî hejmarekê ji fermandarên Da’işê hatin kuştin