Hevseroka Federaliya Bakurê Sûryayê Hediya Yûsiv, zelal kir ku gihaştina Deryaya Sipî ya Navîn, di nava pirojeya wan de ye li Bakurê Sûryayê, û tekez kir ku ev yek mafekî rewa ye ji bo wan.
Yûsiv di hevpeyvîneke xwe de li gel rojnameya Gardyan ku Bûyer wergerandiye, got ku ew ê ji Emerîka palpiştiya siyasî bixwazin ji bo vekirina karîdoreke bazirganî ku bigihe Deryaya Navîn.
Her wiha destnîşan kir ku gihaştina Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê ji bo deryayê, ji berjewendiya tevahî nişteciyên Sûryayê ye.
Der bare şerê Reqayê, Yûsiv bal kişand ser wê yekê ku ew ê tevpirsiyekê ji xelkên Reqayê re çêkin, ka ew ê bipejirînin ku HSD’ê ji bo wan hikûmetekê damezrîne piştî rizgarkirinê yan na.
Li ser pilanên HSD’ê ji bo çûyîna ber bi kûrahiya bakurê Sûrî ve, Hevseroka Federaliyê Hediye Yûsiv wiha got”Eger me temamî bakurê rojhilatê Sûryayê paij kir, dibe ku em ber bi aliyê din ve biçin, ji bo baqijkirina Idliba dagîrkirî ji aliyê Cebhet Elnusra ve ku hatiye rêzkirin di lîsteya terorê de”
Bal kişand ser wê yekê ku êrîşa li ser Idlibê” Dê xwe bispêre bûyeran”
Werguherandin û Amadekirin-Odeya Nûçeyan A Bûyer