Serokê Sûryê Beşar Elesed peyamek ji Serokê Kûrya Bakûr Kîm Cong On re rêkir, tê de sipasiya xwe ji bo alîkariya Kûrya Bakûr ji Sûryê re der birî.
Li gorî Ajansa Nûçeyan A Kûrya Bakûr, Esed sipasiya Rêberê Kûryayê kir û tekez kir ku Komara Sûrî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên Kûryayê sipasdar e.
Esed destînşan kir ku helwesta her du welatan ji bo çareserkirina kirîza Sûryê hevpar e, ew jî di rêya hevpeyvîneke niştimanî, parastina berjewendiyên gelê Sûrî û vegerandina aştî û ewlehiyê ji bo deverê.