Li Leşkergeha Kîwan ku 15 km ji Kerkûkê dûr e, îro Yekşemê ji encama êrîşeke xwekujan ku ji aliyê 5 endamên Da’işê ve pêk hat, 2 pêşmerege şehîd bûn.
Ajansa Roytirzê ragihand ku fermandarê Milê Kerkûkê yê Hêzên Pêşmerge gotiye ku Hêzên Pêşmerge 3 xwekuj kuştin û her duyên din xwe teqand.
Li gorî ku fermandarê Milê Kerkûkê ji navgînên ragihandinê re daye xuyakirin(Her pênc xwekuj ji aliyê Hiwêca ve hatine, Hiwêca jî hîn li jêr serdestiya Da’işê ye)