Bi vexwendinekê ji Komeleya Sobarto ya Dîrok û Kultûra Kurdî, hunermend Beha Şêxo duh Şemiyê semînerek li jêr navê”Bîrdanka Min A Sitran û Awazê ” da, ew jî bi amadebûna kesayetên siyasî û hejmarek ji hunermend, nivîskar û rewşenbîran.
Semîner bi xêrhatin û pêşwaziya amadebûyîna dest pest pê bû, paşê hunermend Beha Şêxo hat vexwestin. Detpêkê kurteyek ji jiyana birayê xwe Mihemed Şêxo vegot.
Paşê giranî da mijara semînerê ku li ser bîrdanka wî ya hunerî bû, û di nav re çend sıtranên fulklorî sitrand.
Semîner bi vekirina deriyê pirsan û bersivdayînê, bi dawî hat.