Liyonêl Mêsî yê Ercentînê ku stêra Tîma Barşelonayê ye,girêbesta ku rayedarên Tîma Ketelonî jê re pêşkêş kir ji bo lîstina çend salên din bi wan re, nû nekir.
Rojnameya As a Ispanî ragihand ku, Mêsî pêşinyara ku jê re hatiye pêşkêşkirin, ku tê de 30 ta 35 melyon Yoro di her werzî de dê bidinê de, red kir û li serê erê nekir.
Rayedarên Barşelonayê dê hîn zêdetir pêşinyaran bo Mêsî pêşkêş bikin ta ku Mêsî erê bike û ji nû ve girêbesta xwe çêke.
Bîma Mêsî bi Barşelonayê re, meha şeşan di sala 2018’an de bi dawî dibe.