Rêkeftina Deverên Hêmin Li Sûryayê di pişt şeva Înê û destpêka sibeha Şemiyê re, ketiye warê cîbicîkariyê, tevlî ku hin rapor dibêjin ku şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmî û çekdarên rikberiyê de rû dane.
Rêkeftina Deverên Hêmin di danûstandinên Asîtana de, di navbera Rûsya û Eyranê de hatibû erêkirin.
Paşê Turkyê jî li serê erê kir ku bibe misoger ji vê rêkeftinê re, û Mosko dibêje ku Emerîka , Neteweyên Yekgirtî û Erebistana Si’ûdî jî piştgîriya vê pêşniyarê dikin.
Ji aliyê xwe ve Desteya Bilind a Danûsitandinan got ku ew Eyranê wekî misogerê rêkeftinê napejirîne.
Deverên ku hatine destnîşankirin wekî deverên hêmin, Idlib,rûbereke mezin ji parêzgehên Hema, Humis û Laziqiyê,Xota Rojhilat li gundewarê Şamê û devera çaran hin parçe ji parêzgeh Der’ayê ne.