Lêkolîneke nû ku di civîna Ekademiya Tenduristî li San Firansîsko ji bo sala 2017’an hat pêşandan, encamên balkêş dane eşkerkirin, ew encam dibêjin ku her çi qas demjimêrên bikaranîna Mobayl û amûrên din ên xemrevînê ji zarokên di navbera 6 meh ta 2 salan zêde bibe, ew qasî metirsiya derengmayîna axaftinê li rex zarokan zêdetir dibe.
Lêkolîneran da zanîn ku, her zêdebûnek di asta 30 xulekan de ku zarok wan amûran bi kar tînin, girêdayî rêjeya 49% ye ku axaftina derbirînê li cem zarok dereng bimîne.
Bijîşkê serkar li ser lêkolînê, li nexweşxaneyekê li Torinto got, ev kar birek ji lêkolînan dixwaze, tevlî naskirina naveroka tiştên ku zarok lê temaşe dike.