Taybet-Bûyerpress
Duh înê xelkên Amûdê, termê endamê Yekîneyên Disiplîna Leşkerî yên Hêzên Xweparastinê Ş.Ebûd Çûlî di rê û resmekê de li Pakrewangeha Ş.Ismayîl sipart axê.
Rê û resmên veşartinê ji rex Heyva Sor a Kurd li bajêr dest pê kir û ber bi pakrewangehê ve bi rê ve çûn.
Xuleyeke bêdeng li ser giyanê pakrewanan hat rawestan, paşê toraneke leşkerî ji hêla Yekîneyên Disiplîna Leşkerî ve hat pêşandan, gotinên Meclisa Malpata Şehîdan,Hêzên Xweparastinê û malbata Şehîd hatin xwendin.
Paşê belgeya pakrewaniya Ş.Ebûd Çûlê ji bo malbatê hat dayîn, û laşê wî ji bo axê hat sipartin.
Hêjayî gotinê ye ku Ş.Ebûd Çûlê, ji beriya 3 rojan di êrîşên li ser Şedadê jiyana xwe ji dest da.