Stêra Tîma Riyal Medrîd Kirîstyano Ronaldo, gera xwe ya golavêtinê di Lîga Ewropî de domand û bi 3 golên paqij, tora cînarê xwe Etletîko hejand.
Kirîstyano Ronlado, duh Sêşemê di yariya Riyal û Etletîko de ya li Lîga Qehremanên Ewropî ji Bo Pêgokê, serkêşiya tîma xwe kir, û di xulekên 10,73 û 86’an de golên xwe avêtin.
Bi vê serkeftinê, Riyal ji dawiya Lîgê nêzîk bû, û hejmara golên Ronaldo gihaşt 103 golan di Lîga Ewropî de.