Bûyerpress-Dengê Emerîka
Koçka Sipî ragihand ku Serokê Emerîka Donald Trump û hevtayê xwe yê Rûs Vladimir Putîn, bi rêya telefonê li ser şerê ku li Sûryê didome, axifîn.
Trump û Putîn, piştî êrîşên Emerîka yên ser bingeheke esmanî ya Artêşa Sûrî cara yekê peyivîn.
Koçka Sipî diyar kir ku her du serokan li hev kirine ku ew ê ji bo kêşeya Sûryê çareser bikin, çi ji destên wan weredê bikin. Trump û Putîn, ser têkoşîna dijî Dai’şê jî axifîn û hevkariya hember rêxistina tundrew nîqaş kirin..
Piştî êrîşa li Xan Şêxûna Îdlibê, ku 90 sîvil hatibûn kuştin, Trump hikûmeta Beşar Esad bi karanîna çekên kîmawî tawanbar kiribû û di 4’ê Nîsanê de dijî bingeheke esmanî ya Artêşa Sûryê fermana êrîşên muşekî dabû. Ser vê yekê, girjîya di navbera Rûsya û Emerîka de hinekî zêde bûbû.
Koçka Sipî bi daxuyanîyê da zanîn ku Washington dê nûnerekî ji bo hevdîtinên bo aştiya Sûryê yên li Astana ya Kazaxistanê bişîne. Hevdîtin dê îro Çarşemê dest pê bike û ta sibe Pêncşemê jî bidome.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Trump û Putîn, ser qedandina terorîzma li Rojhilata Navîn jî axifîne û herî dawî serkêşeya Kûrya Bakur jî danûsitandin kirine.
Her du serok ew cara sêyan e ku bi rêya telefonê diaxifin.