Duh Sêşemê 2.5.2017 hêzên Rûsî yên leşkerî li gel şervanên Yekîneyên Parastina Gel “YPG”ê, gereke venerînê li “Kantona Efrîn û Heremên Şehbayê” kir, ew jî piştî topbarana Turkyê li ser deverê.
Li gorî jêderên xwecihî, şandeyeke Rûsî ku ji hêzên leşkerî pêk dihat li gel YPG’ê berê xwe da deverên navborî, da ku li şûna topbarana Turkyê binêrin.
Her wiha hêzên Rûsî seredana Kampa Robar a Penaberan kir. Ew kamp jî berî du rojan rastî topbarana Turkyê hat û ji encamê 4 kes birîndar bûn, di nav wan de zarok hebûn.