Kongreyê Navdewletî lîsteyek ji navên çend welatan raber kir, ku ew welat wekî çavkaniyên sereke ji dermanên qelp û sexte re ne.
Li gorî raporên navdewletî, salane zêdtir ji melyonek kes ji sedema dermanên qelp jiyana xwe ji dest dide.
Beşdarbûyên di Kongreya Imaratê ya Navdewletî ya Dijqelpiya Tenduristî deو dan zanîn ku”Hin welat dermanên qelp dinihêrin, lê hinên din jî dibin navgîn ji bo veguhastina wan dermanan”
Ev kongre berpirsine ji Enterpol,Rêxistina Tenduristiya Cîhanî,Rêxistina Derman û Tîmara Emerîkî, Deste û Wezaretên Tenduristiyê yên Erebistana Si’ûdî,Misir,Imarat,Urdin,Qeter,Uman,Behrên û hin welatên Ewropî û Efrîqî lê beşdar in.