Li gundewarê Holê li rex derbasgeha Recim Silêbî, îro Sêşemê du penaberên Iraqî di êrîşeke Da’işê de hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.Ew penaber jî di rê de bûn ku derbasî Rojava bibin.
Peyamnihêrê Bûyerpress li Hisiça da zanîn ku Rêxistina Da’işê, îro êrîşî komek ji koçberên Iraqî û Sûrî kir ku dixwestin derbasî Rojava bibin.Ji encama wê êrîşê xort û jinek hatin kuştin û 35 kesên din jî birîndar bûn ,di cî de ew birîndar ji bo nexweşxaneya Hisiça hatin veguhastin.
Derbasgeha Recim Silêbî wekî xala navber e li ser sînorê Iraqî-Sûrî, di rêya wê derbasgehê re penaber xwe digihînin Kampa Holê.