Bûyerpress-Dengê Emerîka
Koşka Sipî ragihand ku Serokê Emerîka Donald Trump, dê îro Sêşemê bi hevtayê xwe yê Rûs Vladîmêr Putîn re bi rêya telefonê biaxife.
Roytirz’ê ji zarê jêderên rêvebirîya Trump da zanîn ku her du serok dê ser şerê navxweyî yê Sûryê bipeyîvin.
Mosko piştgiriyê dide Hikûmeta Beşar Elesad, û Emerîka bi serhildêrên Sûrî re hevkariyê dike ku wî ji desthilatê gêr bike.
Trump meha borî, piştî êrîşekê li ser sivîlan hikûmeta Esad bikaranîna çekên kîmawî tawanbar kiribû û dij bingeheke esmanî ya Sûrî fermana êrîşên muşekî dabû.
Rûsya îdiaya çekên kîmawî red kiribû û diyar kiribû ku berpirsê êrîşa ku 90 sivîl kuştibûn ne hikûmeta Sûryê ye.
Piştî êrîşa ser bingeha esmanî ya Artêşa Sûriyê, Trump gotibû ku peywendiyên bi Rûsya re ‘’dibe ku daketibû asta herî nizm ya hemî dewran’’