Taybet- Bûyerpress
Duh Şemiyê, di kongreyeke rojnamevanî de, sazî û rêxistinên siyasî û sivîl ên Aşûrî û Suryaniyan li navenda Komeleyea Çandî ya Suryanan êrîşa Turkyê li ser Çiyayê Qereçoxê şermezar kir, ku ji encama wê êrîşê şehîd û birîndar çêbûn.
Ev jî kurteyek e ji naveroka daxuyaniya wan:
“Piştî berzbûna tund ji aliyê Artêşa Turk ve li beramber heremên me, em wekî saziyên Suryanî û Aşûrî dibînin ku dem hat ji bo parastina heremên Bakurê Sûryayê, û ji Neteweyên Yekgirtî û Hevpeymana Navdewletî dixwazin ku gerek e dijfirîn li rex me bi cih bibe, da ku bibe gaveke sereke ji bo bendkirina herikîna kuştin û koçberiyê, her wiha bibe palpiştî ji demoqratiya ku em bi êk re ava dikin.”
Yekîtiya Jinên Suryanî
Saziya Malbatên Şehîdên Suryan û Aşûrî
Partiya Yekîtiya Suryanî
Komeleya Çandî ya Suryanî