Bûyerpress- Dengê Emerîka
Serokê Turkyê îro Şemiyê bang li Emerîka kir ku piştgiriya çekdarên Kurdên Sûriyê rawestîne, di demekê de ku medyaya xwecihî behsa belavbûna leşkerên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê dike.
Belavbûna leşkerên Tirkiyê tê, bi rojekê piştî dîtina hêzên Emerîkî li nav cadeyên herêmên Kurdî li Sûriyê. Serokê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan got: “YPG’ê, hûn dizanin kî piştgiriya wan dike, ew bi Hawinan êrîşî me dikin. Lê em ê van cihan bikin gorên wan, rawestan nîne.“ Hin vîdyoyên şeva borî hêleke dirêj a erebeyên leşkerî diyar kirin ku ber bi sînor ve diçûn. Erdogan nîşan bi wê yekê da ku welatê wî amade ye êrîşên Şengalê li Îraqê dubare bike da ku nehêle ew bibe bingeheke çekdarên Kurd. Berpirsên Kurdên Sûriyê got Emerîka çavdêriya sînor dike ji bo nehiştina bilindbûna girjiyan di navbera wan û Tirkiyê de ku endama NATO û hevalbenda Emerîka ye. Peyvdarê YPG’ê Rêdûr Xelîl got wan agahî hene ku Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê Girê Sipî “Til Ebyed” û hin cihên din kom dike. Wî got armanca komkirina hêzan li wir ne diyar e.