Di daxuyaniyeke xwe de Encumena Zagonsaz li Kantona Cizîrê hemî karker bi boneya hatina Cejna Karkeran pîroz kir.
Di daxuyaniyê de, Encumenê bal kişand ser wê yekê ku berhemên Şoreşa Rojava ,bi saya keda karker û xebatkaran in.
Di dawiya daxuyaniyê de, Encumenê tekez kiriye ku ew her timî balder in ji aliyê zagonên ku derdixin ve, da ku bi tekûzê mafê karker û xebatkaran were parastin.