Rêberê Elqayda Ayman Elzewahrî, bang li cîhadiyên Sunî yên li Sûriyê kir ku dijî Beşar Elesad, alîgirên wî yên Îranî û hêzên rojava dest bi şerê gerîla bikin.
Roytêrs’ê ragihand ku di tomareke dengî ya li ser înternetê hat weşandin de, Zewahrî ji cihadiyan xwest ku bi sebir bin û xwe ji bo şerekî demdirêj li dijî koalîsyona bi pêşengîya hêzên rojava û Şi’îyên alîkariya hikûmeta Sûriyê dikin amade bikin.
‘’Alîgirên me yên li Şamê, xwe ji bo şerekî demdirêj li dijî Xaçdaran û hevalbendên wan ên Şî’î û Elewî hazir bikin’’ Zewahrî got.
Cihadiyên Sunî, Elewî û Şî’îyan li dijî qanûnên Îslamî dibînin.
Zewahrî bi berdewamî da zanîn ku cîhadî ji ber ku dixwazin Sûriye li gor qanûnên Îslamî were birêvebirin, hêzên rojava û hevalbandên wan, ji bo pêşî li Îslamê bigirin çi ji dest wan tê dikin.
Baskê Elqaydê yê li Sûriyê Cebhet ElNusra, tevlî Hey’et Tahrîr Elşam bû , ku dijî hikûmeta Sûriyê û hevalbandên wê yên Rûs û Îran şer dike.
Piranîya Îdlibê di dest Hey’et Tahrîr Elşam de ye ku koalîsyona bi pêşengiya Emerîka, di mehên borî de, bi êrîşên esmanî bi dehan fermandarên wê yên payabilind kuştibûn.