Riyal Medrîd û Barşelona duh li Medrîdê hatin hemberî hev. Berşelonayê maç bi 3-2’yan bi dest xist.
Piştî maçê li Hewlêrê hezkiriyên Barşelonayê derketin kuçeyan û dest bi pîrozbahiyê kirin. Li gel ku ewlehiya Hewlêrê teqandina guleyan qedexe kiribû jî, di vê pîrozbahiyê de alîgirên Berşelonayê gule bera hewayê dan. Di vê nîvê şevê de li gor agahiyên ku tên di vê pîrozbahiyê û di encama guleberdanê de 3 kes birîndar bûne. Agahiya birîndaran di tora civakî twîttirê de hatin belavkirin.
Ne tenê wiha, lê belê li kuçe û kalnan jî alîgirên her du tîman bi ber û keviran êrişî hev kir, û ji encamê hejmareke din jî birîndar bûn.