Di demeke borî de ku bestekên “Pirtûkên bikarhatî” li ” Beramkê”, û li dorhêla fakulteyên Wêje,Perwerde û Aboriyê berbelav bûn, ji bilî wan cihan ku li gelek zaboq û kuçeyan jî firtotina” Baştirîn Rûniştvan” ku ji bo xwendevan (Hezkerê Xwendinê) rêber be, ev bestek dibûn sedema dariştina pirtûkxaneyekê ji pirtûkên”Nîvê Temen” .Ew jî dema xwendevan ji xeraca xwe hin pere hilanîna ji bo di “Derfeteke Zerîn” de 3 pirtûkan bi 25 Lîreyan bikira.Dema ku Lîre dotmîr bû di mala bavê xwe de.
Çêdibû ku têkiliyek di navbera xwendevan û pirtûkfiroşê besteyê de çêbûba, da ku hin pirtûkên qewîtîkirî bide alî ji bo careke din di demeke nêz de li pirtûkfiroş vegere ” Da ku pirtûkeke din bigire û pê têhna xwe ya rewşenbîrî bişikîne”, bi vê pêvajoyê dema ku xwendevan ji zanîngehê derdiçû, pirtûkxaneyeke pisporane li rexê çêdibû. Xwendevan ew yek ji bîr dikir an dixwest ji bîra xwe bibe ku bi caran rêveçûneke dirêj ji Beramkê ta bi Riknedîn dikir, da nirxê siwarbûna xwe ya li siwareyê hilîne” Ji bo çavên Pirtûk Xan”
Di nîvê şoreşa”Zanyarî û Teknîkî” de û bi pirbûna navgînên têkiliya civakî (Ku di wêneyekê de wekî kenalên veguhastina çandî tê dîtin), û hêlaye ku jêvegereke mezin ji
Baştirîn Rûniştvan ” Pirtûk” di valahiya mirov de, çêbibe.
_ Cihê pirtûkê di dîmenê rewşenbîriya giştî de çi ye?
_Gelo pirtûkê çirûska xwe winda kir û pirtûkxaneya elektronî berdêliya guncaw e ji bo wê?