Komeleya Sobarto ya Guhdana Bi Keltûr û Dîroka Kurdî, duh Şemiyê 22.4.2017 li navenda xwe semînerek li jêr navnîşana”Rojnamegeriya Kurdî Di Navbera Dema Borî û Îroyîn de” bi boneya 119’mîn Salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî li dar xist.
Ev semîner jî, bi amadebûneke giştîji aliyê nivîskar Ebdulmecîd Mihemed Xelef hat dayîn.
Semînerbêj bal kişand ser Kovara Hawar û Rojnameya Kurdistanê , xwendinek li ser armanca wan û beşdarbûyîn wê kir.
Her wiha Ebdulmecîd giringiya rola Celadet Bedirxan ,Kamûran, Cegerxwîn,Osman Sebrî,Qedrî Can û Nûredîn Zaza di derxistina kovara Hawarê de destnîşan kir.
Der barê rojnamegeriya Kurdî di roja îroyîn de, Ebdulmecîd got” Bi derketina torên peywendiya civakî re, hîn jî çanda Kurdî bêkarîn e ji bo dana pêngavine nû, ew jî ji sedema peydanebûna pisporiyeke pêwîst û dezgehên çandî”
Semîner bi tevlîbûn û pirsên beşdaran bi dawî hat.