Bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser,Tevgera Civaka Demoqratîk û hejmareke mezin ji hunermendên hemî pêkhateyan, duh şemiyê 22.4.2017 Desteya Çand û Hunerê û bi hevrêziya li gel Tevgera Çand û Hunerê, kongreyê damezrêner ji bo Yekîtiya Hunermendên Cizîrê li dar xist, ew jî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo.
Kongre bi gotina Desteya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hena Hena ve hat xwendin, dest pê kir, ku di gotina xwe de tekezî li ser giringiya kongreyê ji aliyê nirxên manewî ve kir.
Paşê gotina Tevgera Civaka Demoqratîk ji aliyê serkirdeyê wê Aldar Xelîl ve hat xwendin, ku di gotina xwe de pîrozbahiya kongreyê li tevan kir, û wekî pêngaveke erênî ev yek nirxand.
Her wiha Xelîl tekez kir ku Hunermend kesê herî zêde bi êş û azarên gelê xwe hest dibe, û ew cewherê şoreşê temsîl dike.
Paşê Cîgira Hevserokatiya Desteya Hundirîn Şamîran Yaqûb gotina Rêveberiya Xweser xwend, tê de pîrozbahiya Desteya Çand û Hunerê bi kongreyê damezrêner kir û tekezî li ser wê yekê kir ku, çêkirina yekîtiyeke wiha pêngaveke ber bi vejandina çanda hemî gelan e.
Bi hilbijartina hevserokatiya yekîtiyê ku Nisrîn Mihemed û Mihemed Ismayîl in, û cîgirên wan Selah Osê,Mihemed Şakir,Elî Ebdulah, Fadî Şem’ûn û Cîhan Elî, kongre bi dawî hat.