Piştî zêdetir ji 4 salan li ser birîna rêyên bejayî di navbera parêzgeha Hisiça û Şamê de, tevgera rêwîtiya basan ji nû ve dest pê dike.
Li gorî ajansa Sana ya Sûrî, Endamê Nivîsgeha Cîbicîkar ya Encumena Parêzgeha Hisiça Cum’a Elmelûh gotiye” Vegerandina veguhastina bejayî di pişt zevereke mezin re hat, ew jî bi hevrêziyeke rasterast di navbera Parêzgeh û Kampanyên veguhastinê de, ku pêrabûnên tevgera çûn û hatina bejayî di navbera Hisiça û parêzgehên din de hêsan bibe.
Li gorî heman jêderê, wekî destpêk dê heftane du gerên rêwîtiyê hebin, ew jî di rojên Şemî û Pêncşemê, û buhayî her rêwiyekî 17 hezar L.S ji Qamişlo ta bi Şamê, û ji bo Beyrûtê 35 hezar L.S.
Hêjayî gotinê ye ku ji sedema şer û pevçûnên heyî, û dorpêça li ser heremên Rêveberiya Xweser, ji sala 2013’an ve rêyên bejayî hatine birîn û bi tenê welatiyan dikarî bi balafiran biçin Şamê, li gel kêmpeydabûna bilêtên rêwîtiya bi balafirê.