Taybet – Bûyerpress
Komîteya Amûdê ya Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûryayê, duh înê 21.4.2017 li Amûdê li gundê Avgîra , şahiyek bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî , bi amadebûna birek ji serkirdeyên Hevbendiyê , kesayetên siyasî û rojnamegerî li dar xist.
Bi xwendina gotina Hevbendiyê ji aliyê Fehed Hac Yûsiv ve şahî dest pê kir,paşê şahî bi ristên sitranbêjî û awazjeniyê hat xemilandin, tevlî li darxistina hin pêşbirkan ku tê de diyarî li serkeftiyan hat belavkirin.
Ev şahî bi xwendina çend helbestên ku di rojnameyên Kurdî de derbas bûne, bi dawî hat.
Di çarçoveya vê boneyê de, Selah Biro “Endamê Desteya Serkird a Partiya Yekîtiya Demoqrat Kurd li Sûryayê – Yekîtî ” got : Ev ne cara pêşî ye ku ew bi vê rojê şahiyan li dar dixin, ji ber ev roj girîngiyeke xwe ya mezin li rex Kurdan heye.
Her wiha Xelef pîrozbahî li hemî rojnamevan û gelê Kurd kir, ku wiha der birî: Em di vê rojê de, yekemîn rojnamegerê çûyî “Medhet Bedirxan” ku yekemîn rojnameya Kurdî li paytexta Misrê Qahîre belav kir, pîroz dikin.
Di dawiya axaftina xwe de Xelef palpiştiya xwe ji bo hemî rojnamevan û dezgehên ragihandinê ku karê xwe bi rengekî zelal û bêalîtî dikin, tekez kir.
Ji aliyê xwe ve Endamê Nivîsgeha Ragihandina Navnedî ya Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûryayê, Îmad Micwil got : Em bi vê boneyê pîrozbahiyên xwe ji bo rojnameger û dezgehên ragihandina Kurdî pêşkêş dikin, û em keysa xwe ji vê derfetê tînin ku bêjin wan: Divê hûn sitûbariyên xwe li pêşber gelê Kurd di vê qonaxa hestiyar de bi cî bînin, dûr ji siyaseta îxanetkirinê bikevin , wekî çavdêr bin li ser hemî komên siyasî, û palpiştiya hevpeyvîn û hevpejirandinê bikin.