Parlamentera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan, li wî bajarî hat girtin.
Ozkan li ser Twitter’ê peyamek weşand û wiha got: “Ez hatim girtin. Silav bo hemî dostan.”
Jêderên HDP’ê diyar kirin ku Ozkan, ji ber hin gotinên wê yên di daxuyanîyekê de, bi “Propagandaya Rêxistina Terorî” tê tawanbar kirin.
Ozkan do ji rojnameya Evrensel re diyar kiribû ku di referandumê de, li sedan ji gundên Mûşê zêdegavî pêk hatine.
“Me tespît kir ku di dora 70 sindoq de dengên komî hatine kar anîn” Ozkan gotibû.
Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî girtî ne û bi Ozkan, hejmara parlementerên girtî yên HDP’ê giheşte 14’an.