Damezrênerê Navenda Ragihandina YPG’ê Xerîb Welat, roja Pêncşemê ji encama teqîna mayînekê li gundewarê rojavayê Reqayê, şehîd bû.
Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku , “Xerîb Welat” û navê rastî “Xerîb Reşo” ye, giha asta şehadetê di pişt teqîna mayînekê li eniya pêşî li gundê “Um Eltenek” li bakurê rojavayê bajarê Reqayê, ew jî di dema romalkirina şerên QSD’ê li dij rêxistina Da’işê.
Ş.Welat ku jidayîkbûyî gundê “Sengaya” 1992 li devera Şêra li kantona Efrînê ye, tevlî refên YPG’ê di sala2012’an de bûye, ji beriya ku were veguhastin jib o beşê ragihandinê di sala 2013’an de.