Serîşuştina rojane wekî baştirîn tişt ji bo paqijiya bedenê tê dîtin, lê gelo bi piranî serîşûştin, çi neyîniya wê heye yan na?
Di demekê de ku gelek mirov pabendiyê bi serîşuştina rojane dikin, hin ji wan jî di rojê de zêdetir ji carekê serê xwe dişon,hejmarek ji zanyarên tensuristiyê dan zanîn ku”Şûştina rojane gelekî baş e, ku di rêya wê re mirov bedena xwe her paqij dihêle û ji bîna xwêdanê pak dibe, lê şûştina zêdetir ji carekî di heman rojê de bi sabûn û keresetên kîmawî, bandora xwe ya neyênî li ser laşê mirovan heye, ji ber ku porê dimirîne û her wiha çermê mirov yê dijbektîrya xera dike”
Zanyaran da xuyakirin ku şûştina rojane bi tenê carekê gelekî baş e, nemaze di danê şevê de û bi ava germ.