Bi hilbijartina hevserokatiyekê , damezrandina 14 komîteyan û sitandina birek ji biryaran, çalakiyên civîna damezrêner a Meclisa Reqayê ya Sivîl bi dawî hatin.
Çaverê ye ku daxuyaniya dawî were xwendin ji bo beşdaran.
Meclisê hevserokatî û 3 cîgirên wan helbijart, her wiha 14 komîte jî hatin damezrandin, ew jî ev in:
Komîteya Aborî û Diravî, Komîteya Ewlehî û Parastinê, Komîteya Çavdêrî û Pişiknînê, Nivîsgeha Rêxistin û Karên Mirovî, Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Têkiliyên Giştî, Komîteya Ragihandinê, Komîteya Encumenan(Rêxistina Civakî), Komîteya Aş û Nangehan, Komîteya Xizmetên Giştî û Şaredariyan: 3 Navendan vedihewîne, ew jî Wize,Av û Paqijî, Komîteya Werzîş û Ciwanan, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Dada Civakî û Komîteya Jinê.