Berdevkê Fermê yê Hêzên Sûryaya Demoqratîk QSD’ê Telal Silo, der barê beşdarbûna xwe li Civîna Damezrêner a Meclisa Reqayê ya Sivîl, tekez kir ku ev meclis derbeyeke giran e ji rêxistina Da’işê re, û peyameke aştî û biratiyê ye ji hemî azadên li cîhanê re.
Silo destnîşan kir ku ew” Bawer in ji karînên Meclisa Reqayê ya Sivîl, ku ew ê stûbarî û erkên xwe li pêşber xelkên bajarê Reqayê bi cî bînin, nemaze piştî karên gewre ji aliyê Komîteya Amadekar ve li pêşber xelkên xwe li gund û bajarokên rizgarkirî, ew jî di pişt radestkirina wan deverên rizgarkirî ji aliyê QSD’ê ve ji bo meclisê di qonaxên borî de”