Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyanîyeke nivîskî ji girtiyên di greva xwebirçîkirinê de xwest ku ew çalakiya xwe bi dawî bikin.
KCK’ê ragihand ku girtiyan bi çalakiyên xwe, têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHPê tê meşandin xurtir kirine û ji ber vê yekê pêwîstî pê nemaye ku berxwedana wan hîn pirtir bidome.
Li girtîgehên Tirkiyê nêzî 300 kes di greva xwebirçîkirinê de ne ku hin ji wan di roja 63’an de ne.
KCKê diyar kir ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Ebdulah Ocelan, kiryarên li dijî gelê Kurd û rawestandina operasyonên siyasî û zextên li zindanan dest bi greva xwebirçîkirinê kirine.