Li jêr diruşmeya “Biratiya Gelan û Jiyana Hevbeş, Misogeriya Neteweya Demoqratîk E” Meclisa Reqayê ya Sivîl civîna xwe ya yekemîn yê damezrêner li bajarokê Ên Îsa li navenda Meclisa Sûryaya Demoqrat li dar dixe.
Civîn bi beşdarbûna Hevseroka Meclisa Sûryaya Deomqrat Ilham Ehmed,Hevserokê Meclisa Zagonsaz li Bajarê Minbic û Gundewarên Wê Faroq Elmaşî,her du Hevserokên Meclisa Cîbicîkar Ibrahîm Elqetefan û Zeyneb Qenber,Hevserokê Rêveberiya Xweser li Girê Sipî Hemdan Elebid,Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûryaya Demoqratîk Telel Silo,Berdevka Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehmed û hejmarek ji endamên Meclisa Sûryaya Demoqratîk bi rê ve diçe.
Dîwaneke rêveber ji bo kongreyê ji 5 kesan hat hilbijartin, û hîn çalakiyên kongreyê berdewam in.