Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê rewşa bajarê Kobanê daxuyaniyek derxist û daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurd kir ku nakokiyên xwe bidin alî û bi yek helwestê di riwê metirsiyan de bisekinin.
Daxuyan êrîşên li ser Kobanê şermezar dike û dibêje: ʺNavçeya Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ketiye ber êrîşên çekdarên DAİŞê, gefeke mezin li ser jiyana xelkê sivîl ên li wê deverê heye, em wek Parlamentoya Kurdistanê daxwazê ji aliyên siyasî yên Kurdî dikin ku nakokî û milmilaneya xwe deynin aliyekî û yek dest û yekhelwêst rûbirûyê metirsiyan bibinʺ.
Ji aliyekî din ve daxuyan ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û Komkara Erebî daxwazê dike ku bi berpirsyarî berê xwe bidin rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û berdewam dike: ʺDivê di demeke herî zû de hevkariya mirovî bo xelkên Kobanê bê kirin, herwiha rê li derketina karesatên mirovî û komkujiyên li dijî gelê Kurd bê girtinʺ.
Daxuyan tekez tekez dike ku tişta cihê metirsiyê ye ku bi pîlan nexşe ji van êrîşan re hatiye danîn: ʺÇekdarên DAIŞê bi çekên giran – ên ku ji Iraqê bidest xistine- êrîşî devera Kobanê dikin , loma divê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa û Komkara Erebî jî bi hewara Kurdan ve biçin û nehêlin tu karesatên mirovî çêbibinʺ.
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê destxweşî li berxwedan û xweragiriya keç û kurên gelê Kurd li wî beşê Kurdistanê dike ku bûne ʺmertal bo parastina destkeft û wê azadiya ku bi xwîna xwe bidest xistineʺ.
Parlamantoyê xwest ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî Kurdî li parçeyên din yê Kurdistanê û rêxistinên Civaka Sivîl ku piştgir û alîkar bin bi kurdîn Kobanê û navçeyên ji hêla tundrewan têne armanckirin.