Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandekê serdana Tirkiyê dike û ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û berpirsên payebilind ên wî welatî dicive.
Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke herêmê ku ji hejmarek wezîr û karbidest pêk tê serdana Tirkiyê bike û ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.
Li gor AA’yê, di vê serdanê de Serok Barzanî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz û berpirsên din ên payebilind ên wî welatî dicive û rewşa dawî gotûbêj dikin.
Tê gotin ku Barzanî û Erdogan dê di hevdîtinê de rewşa dawî ya İraq û navçeyê, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û çend dosyayên din wek petrol û pirsa DAİŞ û pêkanîna hikûmeta nû ya İraqê gotûbêj bikin.