Derbarê êrîşên berdewam li ser navçeyên Kurdî û bi taybetî Kobanê ji hêla rêxistina DAIŞê ve, Ebdiselam Ehmed hevserokê Encûmena Gelê Rojavayê Kurdistanê şirovekir ku navçeyên kurdan di nav wan herêman de ne ku rêxistina DAIŞê kar dike wan tevlî dewleta Xilafetê bike û got ku ew li ser xaka Sûrî Iraqî lebatê dikin lê projeya wan sînorê herdu dewletan derbas dike.
Di gotina xwe ji toreya Welatî ya nûçeyan re got ku DAIŞ Kobanê dibîne naçeyek cuda ku bindestxistina wê hêsane û paşê şikandina vîna berxwedanê li kantonên din jî dibe. Hevserokê EGRKê tekez kir ku êrîş li dirêjayîya xaknîgariya navçeyên Kurdî ranewestiyaye û wê di rojên bê de gurtir bibin.
Ebdiselam Ehmed da xuyan ku berjewendiyên hevpar navbera rêjîmê û Tirkiyê de daxwaza Kurdan bi şêweyekî civakî serdest sekinand. Herwiha Ehmed ji Encûmena Niştimanî Kurdî xwest ku di rêvebiriya hersê kantonan de beşdar bibe û ji rewşa rawestan û neyîniyê derkeve, li destkeftên bidestxistî mukur bê û danûstandinê bi guhertinan re li ser erdê bike bi berpirsyarî û rewşê bêlayen binerxînin, bidestnexistina xwe ji ti destkefteke berçav re ji gelê Kurd re bi sedema xwendina şaş ji dîmena Sûrî re bînin ziman. Herwiha tekez kir ku divê ENKSê vegere mala Kurdî û berpirsyariyên qûnaxê hilgire di vê qûnaxa ku pêdivî heye bi karê hemû hêzan, bi taybet ji ber hêzên tariyê ji herêma me re xêrnexwaz in.
Ebdiselam Ehmed hêviyên xwe ji bo hevkariyê dane xuyan û got ku deriyê rikberiya siyasî li gor ysayan vekirî ye, herwiha siyaseta ENKSê rexne kir û got hemû alî bi parastina Rojava têkildar in, ji ber wê ew li yasayekê geriyan, lê helwesta ENKSê ew matmayî kirin û got: ʺKengî berevanî di ber rûmetê de bûye sedema reva ciwanan ji erkên wan? partiyên ENKSê bi niştecîbûna wan tev malbatên xwe li derveyî Rojava rê li pêş ciwanan vedikin ku dev ji welat berdinʺ.
Li dawiya gotina wî bi toreyê re Ebdiselam Ehmed got ku herêm ber bi guhertinine dramatîk de diçe û ji nû ve xaknîgariya herêmê tê danîn û hêzên siyasî têne jihevxistin û tevhevkirin, divê hêzên Kurdistanî hesabatên xwe vegerînin û nakokiyên xwe yên partîtî derbas bikin, divê berjewendiya netewî kurdî li pêş be.