Berdevka Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehmed tekez kir ku di dema operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de, hêzên Kurd karîn 138 dîlgirtiyên Êzidî rizgar bikin.
Şêx Ehmed destnîşan kir ku hêzên Kurd 64 zarok û 70 jin ku dîlgirtî bûn li rex Da’işê rizgar kirine.
Di berdewamiya axaftina xwe de Şêx Ehmed got ku hîn gelek malbatên Êzidî li rex Da’işê hene, ew jî li deverên Til Efer, Mûsil,Reqa,Dêra Zorê û Tebgayê dimînin.