Meclisa Minbicê ya Leşkerî 200 şervanên xwe ji bo Tebgayê rêdike, bi armanca palpiştiya hêzên QSD’ê di Helmeta Hêrsa Feratê de.
Li gorî daxuyaniya ku rûpela fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê belv kiribû, duh bi şev 200 şervanên Meclisa Minbicê ya Leşkerî li gel çekên xwe yên giran, gihan devera Tebgayê û di cî de ber bi navenda bajêr ve çûn.
Der barê rêkirina şervanan ji bo Tebgayê, Fermandarê Meclisa Minbicê ya Leşker Gîvara Minbic got” Di dema rizgarkirina bajarê Minbicê de hêzên QSD’ê alîkariyeke mezin bi me re kir ta ku me bajar ji çeteyên Da’işê rizgar kir.Em vê alîkariyê ji bîr nakin.Aniha xelkên Tebgayê li bendê ne ku ji çeteyên Da’işê bên rizgarkirin, û me jî li Meclisa Minbicê ya Leşkerî dît ku pêwîst e em palpiştiya QSD’ê di rigarkirina bajêr de bikin” li gorî ku rûpela Hêrsa Feratê dabû belavkirin.