Ser encamên referandoma Turkiyê karbidestên gelek welatên Ewrupî daxuyanî dan.
Serokomarê Fransa Franswa Holand diyar kir ku encamên referandoma Turkiyayê parçebûnê nîşan dide û bang li rayedarên Turk kir ku ji dengên rikeberiyê û nirxên Ewrupî re rêzê bigirin.
“Fransa ew ê raporên çavdêrên biyan bi baldarî bişopîne ku ka hilbijartin azad û adil e yan na” Hollande got.
Holand bi berdewamî da zanîn ku ger Turkiyê bidarvekirinê careke din bixe qanûnê, ew ê zerarê bide keda Turkiyê ku dixwaze di nav saziyên Ewrupa de cîh bigire.
Wezîre Karên Derve yên Avusturya Sebastian Kurz diyar kir ku encamên referandomê, ew ê peywendiya Yekîtîya Ewrupa (YE) û Tirkiyê ji berê lihevketîtir bike. Kurz her wiha got ku encam nîşan dide ku Turkiyê çawa parçe bûye.
Raportora Parlamentoya Ewrupa Kati Piri da zanîn ku encamên referandomê nîşan didin ku bi mîlyonan Tirk alîgirê nirxên Ewrupa ne û got ku YE divê deriyên xwe ji wan re negire.
Wezîrê Karên Derve yên Almanya Sigmar Gabriel jî dîyar kir ku Turkiyê divê jibo berjewendîyên xwe dûrî Ewrupa nekeve. Sigmar got ku Bruksel jî jibo demokratîkkirina Tirkîyê divê hewlên xwe bidomîne.