Di Vê Rojê De li sala 1925’an bijîk, siyasetmedar û serwerê Kurd Dr.Fû’ad Beg ji ber beşdarî û serkêşiya wî ji Şoreşa Şêx Se’îd re, li ber dergehê Amedê ji aliyê Ataturkan ve hat bidarvekirin.
Li ser sêdareyê û ji beriya bidarvekirina xwe bi çend xulekan, Fû’ad Beg wiha ji cendirmeyan re got “Ji bo welatê xwe bi mêranî mirin, her gav di bîra min de bû. Ev axa ku îro em li ser têne darvekirin, bêguman dê rojekî ala serxwebûnê li ser bête hilkişandin…”