Bi navê Fermandariya Giştî ya Odeya Operasyonên Hêrsa Feratê, em qonaxa çaran ji helmetê radigihînin, ji bo paqijkirina tişta mayî ji gundewarên bakur û Newala Celabê ji terorîstên Da’işê.
Ew jî bi mebesta rakirina kelemên dawî li pêşber me , ji bo amadebaşiyên rizgarkirina bajarê Reqayê û dorpêçkirina terorîstan.
Ev operasyon bi beşdariya hêzên cihêreng, QSD’ê û bi piştgîriyeke rasterast ji Hêzên Hevpeymana Navdewletî dê bi rê ve biçe. Armanca vê qonaxê jî rizgarkirina bi dehan gund li Newala Celabê û gundewarê bakurê Reqayê ye.
13’ê Avrêla 2017’an
Fermandariya Odeya Operasyonên Hêrsa Feratê