Nûjîn Mustefa, keçeke 18 salî ye.Ji Kurdên Helebê ye û her wiha astengdar e.
Tevlî rewşa wê ya zor jî, lê ji ber sedemên şer rêya penaberiyê şopand û ber bi Elmanya ve çû.
Nûjîn li gel kêşana zor û zehmetiyan, karî bi xwişka xwe re bi qaçaxî biçe Elmanya. Çawa Nûjîn giha Elmanya, di perlemanê Ewropî de trajîdya xwe ya penaberiyê vegot.
Nûjîn dibêje ” Tiştekî ne xweş e ku tu xort bî û şer jiyan bike”