Reuters’ê îro Pêncşemê ji ser zarê Artêşa Sûrîyê ragihand ku Hevpeymana ku Amerîka pêşengiya wê dike, duh bi şev erîşên asîmanî birine ser depoyên gazê yên DAIŞ’ê.
Artêşê da zanîn ku bi gazên jehrîn yên wê depoyê, sîvîl jî di nav de, bi sedan kes hatine kuştin.
Kenala dewleta Sûryayê dîyar kir ku depoya gazê nîşan dide ku çekdarên DAIŞ û el-Qaydê çekên kîmyawî bi kar tînin.
Heta niha tu sazî yan jî dewlet êrîşa duh şev piştrast nekiriye.