Guhertina ku di strateciya Serokê Emerîka Trump de çêbû,bi veguherîna ji şerê terorê ber bi êrîşkirina rêjîma Sûrî ve, bû sedema palpiştiya Rawêjkara Elmanî Mêrgil û Serokwezîra Birîtanî Tîrêza May ji vê guhertinê re.
Navenda Rojnamevanî li Koşka Sipî da xuyakirin ku Serokwezîra Birîtanî û Rawêjkara Elmanî di rêya telefonê re palpiştiya xwe ji Trump re anîne zimên, her wiha gotine ku divê Esed ji bo dadweriyê bête radestkirin.
Her wiha Navendê tekez kir ku her sê rêber(Mêrgil, May û Trump) li hev kirine ku têkiliyên wan di vê derbarê dê berdewam bin.