Taybet – Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta rizgarkirina bajarê Reqayê de, Hêzên YPJ’ê karîn jineke Mexribî ku dîlgirtî bû li rex Da’işê rizgar bike û wê ji bo bajarê Qamişlo veguhêzin.
Ji vê yekê Desteya Jinê li Kantona Cizîrê îro sıbehê 10.4.2017 kongreyeke rojnamevanî li dar xist, bi mebesta vegotina vê bûyrê û gihandina dengê jinaMexribî ji bo welatê wê.
Di kongireya ku peyamnihêrê Bûyerpress lê amade bûbû,jina Mexribî got ku dema ew li Mexribê bi zilamekî Efxanî re ku rûniştiyê Mexribê bû zewicî, û ji bo qedandina meha hingivîn li Turkyayê bi hevjînê xwe re çû Turkyayê.
Lê paşê nas kir ku hevjînê wê endamekî rêxistina Da’işê û di şerê Kobanê de hevjînê wê hat kuştin.
Paşê yekî din ew li xwe mar kir, û li Reqayê bi cih bû. Bi domana demê re jina Mexribî karî xwe bigihîne torên YPJ’ê yên veşartî li Reqayê, û ber bi hêzên Helmeta Hêrsa Feratê ve bireve.
Di dawiya axaftina xwe de jina Mexribî bang li Şahê Mexribê Mehmedê Şeşan kir ku wê vegerîne welatê wê, her wiha alîkariya YPJ’ê û Desteya Jinê anî zimên û sipasî û rêzên xwe pêşkêşî wan kir.