Fîlmê derhêner Kazim Oz “Zer” yekemîn car di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê de tê nîşandayîn. Fîlm di heman demê de di beşa Pêşbaziya Navneteweyî û Pêşbaziya Neteweyî de ye.
Derhêner Kazim Oz piştî demek dirêj carek din bi fîlmekî metrajdirêj li pêşberî sînemahezan e. Wî herî dawî fîlmê xwe yê metrajdirêj “Bahoz” di sala 2008’an de kişandibû û ji wê rojê de ji bilî hin belgefîlman fîlmê metrajdirêj nekişandibû. Oz piştî ew qas sala niha bi fîlmê xwe yê nû “Zer” derdikeve pêşberî sînemahezan. Aliyek din a meseleyê jî Oz heta niha di bin banê Mezopotamya Sînema de kar dikir, bi vî fîlmî yekemîr car fîlmekî metrajdirêj ne di bin banê sazî de, lê bi serbixwe dikişîne û derdixe pêşberî sînemahezan. Oz ku di fîlm û belgefîlmên xwe de dest diavêje meseleyên civakî di “Zer” de jî mijarek bi vî rengî girtiye dest.
Zarîfe di sala 1938’an de li Dêrsimê êş kişandiye û ev êşên xwe bi stranan aniye ziman. Zarîfeyê nasname, paşeroj û êşên ku kişandiye di van stranan de veşartine. Dema Zarîfeyê ji ber nexweşiya qansêrê dibin New Yorkê li wir ew û neviya wê Jan hev nas dikin, nêzî hev dibin û jiyana Janê diguhere. Jan dikeve dû van stranan. Fîlmê “Zer” çîroka Janê derdixe pêşberî temaşevanan. Fîlm çîroka lêgerîna Janê ya ji New Yorkê heta Dêrsimê ye. Gelo di dawiya çîrokê de dê Jan bigihîje xwe û paşeroja xwe? Fîlm 11’ê mehê (saet 21.30) li Salona Atlasê tê nîşandayîn.
Fîlmê Kazim Oz hem di beşa Pêşbaziya Navneteweyî hem jî di Pêşbaziya Neteweyî de ye.
KUNYE:
– NAV: ZER
– Derhêner û senaryo: Kazim Oz
– Derhênerê Dîmenê: Feza Çaldiran, Eyup Boz, Orçun Ozkiliç
– Muzîka taybet: Mustafa Biber
– Vesazkirin: Kazim Oz, Thomas Balkenhol
– Lîstikvan: Nik Xhelilaj, Guler Okten, Levent Ozdilek, Fusun Demirel, Tomris İncer, Haleigh Ciel, Teresa Anne Volgenau, Ahmet Aslan
– Sazkar: Kazim Oz, Meral Balik, Turan Tokel
– Sala Kişandinê: 2017
– Mawe: 110 d eqîqe
– Ziman: Tirkî, Îngilîzî, Kurdî